Ava Gol a Wanê kêm dibe lê ava Gol a Tuzê ya Anedolê miçiqî

Ava Gol a Wanê kêm dibe lê ava Gol a Tuzê ya Anedolê miçiqî

PeyamaKurd – Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê bi ziwahiyê re an ku hişkesalê re rû bi rû ye. Li gor dîmenên ji hewa de hatine kişandin, ava Gol a Wanê kêm bûye an ku vedikşe û floraya wê jî hişk dibe an jî diçilmise.

Pispor dibêjin ku di 65 salên dawiyê de di meha Tîrmehê de (Temmûz) de heya niha meha herî ku germ û ziwa derbas bûye. Pispor dibêjin ji bo li gor guherîna kêşûhewayê tevbigerin, divê tedbîr bên dîtin.

Li Anedolê bi taybetî li Herêma Marmarayê hişkesalî herî zêdetir bandorê li wê herêmê kiriye. Baran li herêma Marmarayê %95 kêm bûye. Ava bendavan kêm bûye hetta hinek ji wan bendavan ziwa bûne.

Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.