Şoriş Îsmaîl: Wezareta Pêşmerge di her warî de ji bo zêdekirina şiyana xwe ya leşkerî dixebite

Şoriş Îsmaîl: Wezareta Pêşmerge di her warî de ji bo zêdekirina şiyana xwe ya leşkerî dixebite

PeyamaKurd – Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl piştî merasîma ragihandina Platforma Tenduristiya Dîjîtal a Pêşmergeyan bersiva pirsên rojnamevanan da.

Şoriş Îsmaîl di bersiva pirsekê de ku gelo gotûbêj li ser kirîna firokeyên bê firokevan ji hêzên hevpeymanan ji aliyê Pêşmerge ve hatine kirin yan na, weha got: 

“Wezareta Pêşmerge di her warî de ji bo zêdekirina hêza xwe ya leşkerî dixebite.”

Platforma Tendirustiya Dijîtal a Pêşmerge bi piştevaniya darayî ya rêxistineke Amerîkî û di bin çavdêrî û serpereştiya Fermangeha Teknolojî û Ragihandina Encumena Wezîran de hat avakirin.

Armanca serekî ya bernameya elektronîkî rêkxistina hemû karûbarên pizîşkî yên Wezareta Pêşmerge di warên tendirustiya giştî, samanên mirovî, xizmetguzariyên pizîşkî, perwerdeya pizîşkî û lojîstîka bijîşkî de ye.

Ev platform îro bi merasîmekê ku li Hewlêrê bi beşdariya Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl hat lidarxistin, hat nasandin. 

Di heyama du rojên borî de piraniya efser û personelên bijîşkî yên Wezareta Pêşmerge derbarê bikaranîna wê platformê de hatin perwerdekirin.

Di merasîmê de Rêveberê Giştî yê Karûbarên Bijîşkî yê Wezaretê Riza Îsmaîl Senyar ragihand, eger di dema şer û dema aştiyê de pêşmergeyek bi her sedemekê birîndar bibe, dikarin bi rêya platformê rasterast hemû yekîneyên bijîşkî yên girêdayî Wezareta Pêşmerge bên agahdarkirin.

Di heman demê de Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl di axaftina xwe ya li merasima pêşkêşkirina platforma elektronîkkirina karûbarên bijîşkî ya wezaretê de got:

 “Ev pêşkeftina di warê bijîşkiya leşkerî de serkeftineke mezin e û destkefteke girîng e ji bo wezareta me û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.”

Şoriş Îsmaîl amaje bi çaksaziyên di Wezareta Pêşmerge de jî kir û got:

 

 “Hewldanên me hertim ji bo çaksaziya wezaretê bûye û bi îradeyeke bihêz a Kurdistanê, me wek tîmekî hevbeş di Wezareta Pêşmerge de kar kir û ev jî rêya rast û nîştimanperwerî ye.”

 

 

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Steve Bitner derbarê vê înîsiyatîfê de wiha axivî:

 

“Operasyonên bijîşkî yên bikêr hêzeke girîng e ku amadehiya Hêzên Pêşmerge li ser erdê zêde dike.”

 

Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steve Bitner got:

 Însiyatîfa Amadebûna Hêza Bijîşkî ya Pêşmerge, ku ji aliyê rêxistina nehikûmî ya Ruhê Amerîka ya bingeh li Amerîka ve tê fînansekirin, beşeke ji hewlên Washingtonê ji bo “profesyonelkirin û nesiyasîkirina” Pêşmerge.

Bitner got: 

“Platform beşeke ji hewlên me yên pisporîkirin û bêsiyasîkirina hêzên Pêşmerge ji bo avakirina hêzeke şerker a bi bandor.”

Konsulê Giştî yê Amerîkayê got, "Armanc avakirina hêzeke şerker e ku rasterast ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve be, ne bi aliyên siyasî yên takekesî.

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.