Trump: Em ê di demeke nêzîk de bi Îranê re bigihin rêkeftinekê

PeyamaKurd – Serokê Amerîka Donald Trump got ku danûstandinên bi Îranê re li ser bernameya wê ya navokî baş pêş dikevin.
Donald Trump di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de diyar kir ku hevdîtinên bi Îranê re yên derbarê bernameya nukleerî de baş bi pêş dikevin û bal kişand ku bêyî bikaranîna hêzê dikare lihevkirineke teqez pêk were.
Trump got:
“Hevdîtin bi başî pêş ve biçin û îhtîmal heye ku bi Tehranê re lihevkirinek teqez bigihîje.”
Serokkomarê Amerîkayê destnîşan kir ku lihevkirin ji bikaranîna bombeyê bijarteyeke çêtir e û got:
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.“Ez dixwazim pirsgirêkên bi Îranê re û piraniya pirsgirêkên cîhanê yên ku berê hebûn bi dawî bikin.”