Konsolê Qeterê yê Hewlêrê, xatir ji Mesrûr Barzanî xwest

Konsolê Qeterê yê Hewlêrê, xatir ji Mesrûr Barzanî xwest

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Qeterê yê li Herêma Kurdistanê kir û pê re giringiya xurtkirina têkiliyên dualî tekez kir.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (21.07.2025) pêşwaziya Konsulê Giştî yê Qeterê yê li Herêma Kurdistanê Husên bin Elî Fezale kir, bi minasebeta erka wî ya dîplomatîk bi dawî bû.

Di hevdîtinê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê giringiya xurtkirina têkiliyên dualî tekez kir û spasiya Konsulê Giştî yê Qeterê jî kir ji ber ku xebat ji bo xurtkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê de kiriye, û ji bo erka wî ya paşerojê jî serkeftin jê re xwest.

Konsulê Giştî yê Qeterê spasî û rêzên xwe ji bo hevkarî û piştgiriya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kirin û xwesteka dewleta Qeterê ya ji bo bipêşxistina têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re tekez kir.

Konsulê Giştî yê Qeterê her weha pesnê projeyên xizmetguzarî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di sektorên cuda de veda, bi taybetî jî projeyên av û elektrîkê yên 24 demjimêrî.

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.