Di navbera Tirkiye û Iraqê de krîza avê: Bendav gefeke cidî ne

Di navbera Tirkiye û Iraqê de krîza avê: Bendav gefeke cidî ne

PeyamaKurd- Rêxistina Iraqa Kesk ragihand ku li Iraqê ava pêdivî pê heye tune ye û bendavên Tirkiyeyê jî li ser ewlehiya ava Iraqê gefên cidî ne.

Iraqa Kesk ku rêxistineke girêdayî guherîna keşûhewayê û jîngehê ye, bi daxuyaniyekê bal kişand ser ku bendavên Tirkiyeyê gefên cidî li ser ewlehiya ava Iraqê çêdikin.

Hate diyarkirin, qebareya ava ku di bendavên Tirkiyeyê de li ser çemên Dîcle û Firatê tê vegirtin gihîştiye 80 milyar metrên sêcarkî, ku ev jî heşt caran zêditirî wergirtina bendava Mûsilê ye.

Iraqa Kesk diyar kir, “Berî çêkirina wan bendavan li Tirkiyeyê, Iraqê ava pêdivî ji bo çandinî, vejandina daristanan û parastina jîngeha avê hebû, lê niha tenê 35% ya ava pêdivî werdigire.”

Herwiha Iraq Kesk da zanîn, “Niha tenê 200 metrên sêcarkî yên avê di çirkeyekê de ji Çemê Dîcleyê digihîjin Iraqê, lê pêdivîtiya wê bi 450 metrên sêcarkî yên avê di çirkeyekê de heye. Li ser Çemê Firatê jî, niha 151 metrên sêcarkî yên avê di çirkeyekê de digihîjin Iraqê, lê pêdivîtiya wê ji bo dabînkirina pêdivîtiyên xwe yên çandinî û jîngehê bi 350 metrên sêcarkî yên avê di çirkeyekê de heye.”

Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.