Li navça Akçadaxa Meletiyê 4 kes mirin

Li navça Akçadaxa Meletiyê 4 kes mirin

PeyamaKurd – Li Bakûrê Kurdistanê li bajarê Meletiyê li navça Akçadaxê (Akçadağ) otomobîlekî û erebeyekî bazirganî bi serî li hev ketin û di encamê de 4 kes mirin û 2 kes birîndar bûn. Polîs, tîmên tenduristiyê, AFAD û îtfaiye çûn ciyê bûyerê.

Qeza, ber destê êvarê qeiwmî. Dema tîmên tenduristiyê seha qezayê kontrol kirin, dîtin ku 4 kes jiyana xwe ji dest dane û 2 kes jî birîndarin.

Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanê û cesedan ji bo otopsiyê û tesbîta nasnama wan birin mirga Tib a Edlî ya bajarê Meletiyê.

Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.