Li navça Geverê mirovê pincarê dida hev jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariyê li navça Geverê li gundê Hirmînê mirovê bi navê Ali Gürdal (48) di wexta pincarê dida hev, ji nîşka de nexweş ket. Li ser agahdarkirina tîmên tenduristiyê, ew birin nexweşxana dewletê ya Geverê lê dîsa jî can da.
Tîmên UMKE, 112an û cendirmeyan piştî meşeka bi zahmet karibûn xwe bigihînin Ali Gürdal û ew gihan heya ambûlansê. Bi ambûlansê ew birin nexweşxana dewletê ya Geverê lê li nexweşxanê can da.
Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.




