Li bilindahiya Erzeromê berfê lêkir

Li bilindahiya Erzeromê berfê lêkir

PeyamaKurd – Demsalên havîn û payîza îsal ji yên salên borî gelek ferqa wan heye û di 55 salên dawiyê de germa havîna îsal ti car nehatiye dîtin. Payîza îsal a gelek bajaran zû hat ku hêj 4 roje em ketina demsala payîzê. Serma destpêkiriye û li bilindahiya bajarê Erzeromê berfa salê zû bariya.

Bilindahiya Erzeromê ji berfê sipî kir. Ne tenê li bajarê Erzeromê lê li bilindahiya gelek bajaran serma îsal zû hat û pileya germê gelek daket. Çiyayê navça Qarayaziya Erzeromê yê Çakmakê ku bilindahiya çiya 3 hezar netre zêdeye, berf lê bariya.

Her weha li bajarê Erzeromê li navenda şematekê li ciyê herî bilind ê çiyayê Palandokenê li girê Ejderê berf bariya. Navend got:

“Çiyayê Palandokenê weka her salê zû dest bi demsala Zivistanê dike û tecrubeyekî bêhempa dide mêvanên xwe.

Ev nivîs 61 car hatiye xwendin.