Pedersen ji nûnertiya Sûriyê vekişiya: Pêwendiyên Şam û HSDê baş diçin

Pedersen ji nûnertiya Sûriyê vekişiya: Pêwendiyên Şam û HSDê baş diçin

PeyamaKurd- Nûnerê Taybet ê Netewên Yebûyî yê Sûriyê Geir Pederson, doh gotarek di civîna Encûmena Ewlehîyê ya NY de pêşkêş kir û pişt re jî dest ji karê xwe kişand.

Pededrson, di gotara xwe de diyar kir ku ew proseya birêveçûna pêwendiyên Hikûmeta Veguhêz û HSDê bi erênî dinirxîne û got: “Gavên cidî û viyanake rasteqîne ji bo gihîştina lihevkirinê pêwîst in.”

Herwiha Pedersen da zanîn, ew xwedî baweriyeke bihêz e ku dadweriya veguhêz ji bo proseya veguhêz li Sûriyê gelekî pêwîst e û divê kar li ser were kirin û piştevaniya Sûriyê bê kirin.

Pedersen kî ye?

Geir Pederson dîplomatkarekî Norwêcî ye û 69 salî ye. Ew ji sala 2018an ve weke Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê hatibû destnîşankirin.

Erkê wî ew bû biryara 2254 a NY ya taybet bi Sûriyê bicih bike û çareseriyeke siyasî di navbera rejîma Esed a hilweşiyayî û oposizyona Sûriyê de pêk bîne.

Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.