Li Qaxizmanê şivanê bi tivinga nêçîrê leyîst jiyana xwe ji dest da

Li Qaxizmanê şivanê bi tivinga nêçîrê leyîst jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Li bajarê Qersê li navça Qaxizmanê (Kağızman) şivanê xort yê bi navê Serdal P. (14) li gundê Kuloğlu dema li bermiyên xwe bû, bi tivinga nêçîrê leyîst, saçmeyên ku ji tivingê derketin lê ket û li ciyê bûyerê can da.

Li ser agahdarkirina tîmên tenduristiyê û cendirmeyan dema çûn ciyê bûyerê dîtin ku Serdal P. can daye. Cenazê wî ji bo otopsiyê birin nexweşxana dewletê ya navça Qaxizmanê.

Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike lê çawayiya lêketina saçmayên tivingê, wê piştî otopsiyê diyar bibe.

Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.