Li Qoserê tirekî û otobus li hev ketin: 10 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Qoserê (Kızıltepe) li taxa Sanayiyê li feleka rêya hawirdorê otobusekî û tirekî li hev ketin û di encamê de 10 kes birîndar bûn. Piştî qezayê tîmên tenduristiyê û îtfaiyê çûn ciyê bûyerê.
Di qezayê de ji rêwiyên ku di otobusê de bûn 10 kes birîndar bûn. Îtfaiye kesên di otobusê de asê bûn, wan derxist. Tîmên tendursitiyê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên bajêr.
Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.




