Li Qoser a Mêrdînê bi kevir û daran li hev xistin: 4 birîndar

Li Qoser a Mêrdînê bi kevir û daran li hev xistin: 4 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Qoserê (Kızıltepe) li taxa Cumhuriyetê di navbera du terefan de pevçûn derket û bi dar û keviran li hev xistin. Di pevçûnê de 4 kes birîndar bûn.

Sedema pevçûnê nehat zanîn. Di bûyerê de K.G. (43), M.G. (15), L.A. (30) û H.A. (19) birîndar bûn. Polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.

Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên der û dorê.

Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.