Mînîbusê li dîreka elektrîkê xist û 8 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Semsûrê (Adıyaman) li taxa Karapınar a devera sanayiya organize mînîbusa ku Yaşar D. dajot, desthilata alava xwe wenda kir û di encamê de li dîreka elektrîkê xist. Di qezayê de 8 kesên di mînîbusê de bûn birîndar bûn.
Tîmên tendursitiyê li ciyê bûyerê dermankirina ewilî kirişn û paşî wan bi ambûlansan birin nexweşxana Semsûrê ya Lêkolînê û Perwerdê.
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran ji aliyê jiyanê de başe û talûka wan tine.
Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.




