Li Rihayê bi sedema çêrandina heywanan şer derket: 1 kuştî, 2 birîndar

Li Rihayê bi sedema çêrandina heywanan şer derket: 1 kuştî, 2 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Eyyubiye li gundê Hemedan a Jêr li ser çêrandina heywanan di navbera du terefan de pevçûn derket. Di encamê de kesê bi navê Mahmut Eyser (28) û 2 kesên navên wan nehat zanîn birîndar bûn.

Li ser gilîkirina xelkê û çûna tîmên pêwendîdar, birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanan lê kesê navborî Mahmut Eyser li nexweşxanê can da.

Cendirme dixebitîn da kesên tevlî şer bûne tesbît bikin.

Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.