Mesrûr Barzanî pêşwazî li Dozgerê Giştî yê Holandayî kir

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Dozgerê Giştî yê Holandayî kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro, 24.04.2025, pêşwazî li Dozgerê Giştî yê Holandayî Simon Minsk kir ku di warê tekoşîna li dijî teror, tundrewî û tewanên navneteweyî de xebat dike. 

Di hevdîtinê de, behsa dîroka tewanên jenosîdê li Kurdistan û Iraqê, wek bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê rejîma berê ya Iraqê û tewanên DAIŞê li dijî Êzidiyan, hate kirin. 

Mesrûr Barzanî spasiya Minsk kir ji bo xebatên wî yên li ser van dosyayan û hewldanên bidestxistina edaletê ji bo qurbaniyan bilind nirxand. 

Herwiha, girîngiya cezakirina tewanbaran û peydakirina edaletê hate gotûbêjkirin.

Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.