Nêçîrvan Barzanî û Mazlûm Ebdî civiyan

Nêçîrvan Barzanî û Mazlûm Ebdî civiyan

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê dîmenên civînê bi par ve kir.

Di hevdîtinê de Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Dr. Hemîd Derbendî û Hevseroka Nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed jî amade bûn.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat ragihandin ku civîn duh (23yê Nîsanê) li Hewlêrê hat lidarxistin.

Serokatiyê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir ku Mazlûm Ebdî û Nêçîrvan Barzanî li ser yekrêzî û aramiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê li hev kirine.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan tekezî li ser “pêwîstiya yekrêzî û aramiyê di navbera hêz û aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê” kirin.

Serokatiyê ragihand ku wan “pêşhatên dawî û rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, pêwendiyên HSDyê û Kurdan bi hikûmeta demkî ya Sûriyê re” nirxandin û li ser “tehdîdên terorîstan û şerê li dijî DAIŞê” nêrînên xwe bi hev re bi par ve kirin.

Mazlûm Ebdî û Nêçîrvan Barzanî diyar kirin ku girîng e Kurd û hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê beşdarî birêveberiya Sûriyeyê bibin û mafên her kesî bên dabînkirin.

Her wiha li ser “kar û hevkariya pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ji bo parastina aştiyê û rûbirûbûna gef û pirsgirêkan” li hev kirin.

Serkirdeyên Kurd yekrêzî û aramiya di navbera hêz û partiyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê weke garantiyeke ji bo bidestxistina daxwaz û mafên rewa yên Kurdan dîtin.

Ji aliyê din ve rewşa kampa Holê û rola Hevpeymaniya Navdewletî yên li Rojavayê Kurdistanê mijarên din ên civînê bûn.

Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.