Neteweyên Yekbûyî banga rêkarên qanûnî û rêzgirtina mafên mirovan ji bo girtiyên Silêmaniyê kir

PeyamaKurd- Misyona Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê UNAMI li ser belavbûna vîdyoyên girtiyên Holeta Lalezarê ku Serokê Bereya Gel Lahur Şêx Cengî Talebanî jî di nav de ye, fikarên xwe anî ziman.
Di daxuyaniya UNAMIyê de hate gotin ku mamaleya xirab bi girtiyên bûyera Hotela Lalezarê ya li Silêmaniyê tê kirin û daxwaza rêzgirtina li mafên mirovan û bicihanîna rêkarên qanûnî kir.
Nûnerê UNAMIyê li ser bûyerên berî çend rojan ên Hotela Lalezarê û belavbûna vîdyoyên îşkencekirina hejmareke girtiyên wê bûyerê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, "Ew vîdyoyên ku di medyayê de hatine weşandin û bûyerên li Lalezarê nîşan didin diyar dikin ku, serederiyeke xirab bi girtiyan re hatiye kirin û ev jî sedema nîgeraniyê ye."
UNAMIyê pêdivîtiya misogerkirina bicihanîna rêkarên qanûnî ji bo hemî girtiyên wê bûyerê anî ziman.
Bûyer çawa qewimî?
Hêzeke ewlehiyê ya girêdayî Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) şeva 21-22ê Tebaxa 2025ê bi ser Hotela Lalezarê ya Silêmaniyê girt û piştî pevçûnan çend seetan, Serokê Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî tevî xwişk û birayên wî û hejmareke zêrevanên wî hatin girtin.
Piştî wê bûyerê, çend vîdyo li ser torên civakî hatin belavkirin ku tê de hin endamên hêzên ewlehiyê sivikatiyê bi girtiyan dikin. Ev jî bû sedema gelek bertekan û Neteweyên Yekbûyî jî bertek nîşan da.
Bûyera Lalezarê bû sedema kuştina çend kesan ji hêzên YNKê û zêrevanên Lahûr Şêx Cengî û bi dehan kesên din jî birîndar bûn. Çarenivîsa hin kesan hêj nediyar e.
Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.





