Josh Harris bû Nûnerê Amerîka yê Iraqê

PeyamaKurd- Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ragihand, li şûna nûnerê berê yê Amerîkayê yê Bexdayê Steven H. Fagin, Josh Harris hatiye erkdarkirin.
Balyozxaneyê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku ew bawer in Harris dê pêwendiyên Amerîka û Iraqê pêş ve bibe.
Josh Harris dîplomatekî profesyonel û endamê payebilind ê Wezareta Derve ya Amerîkayê ye. Ew di warê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê de xwedî ezmûneke berfireh e.
Harris, di 18ê Tîrmeha 2022an de wek Alîkarê Wezîrê Derve yê berpirsiyarê Cezayîr, Misir, Lîbya, Fas û Tûnisê dest bi kar kiribû û di 5ê Tebaxa 2025an de wezîfeya wî bi dawî bû.
Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.




