Rehman Xanî: Divê Bexda ji bo nûjenkirina bendavan budçeyê terxan bike

PeyamaKurd- Rêveberê Giştî yê Bendavên Herêma Kurdistanê Rehman Xanî ragihand, “Bendavên Herêma Kurdistanê kevin in û erkê hikûmeta federal e ku budçeyeke salane ji bo nûjenkirina wan terxan bike. Piştî gelek nivîsarên fermî, biryar hat dan ku ji bo nûjenkirina her sê bendavên mezin ên Herêma Kurdistanê budçeyek bê dabînkirin.”
Rêveberê Giştî yê Bendavên Herêma Kurdistanê Rehman Xanî, ji K24ê re daye xuyakirin, “Me gelek caran bi nivîsarên fermî ji Hikûmeta Iraqê daxwaz kiriye ku ji bo nûjenkirina bendavên Herêma Kurdistanê budçeyek bê dabînkirin. Li dawiyê biryar hat dan ku ji bo nûjenkirina her sê bendavên Dukan, Derbendîxan û Dihokê budçeyek bê dabînkirin.”
Rehman Xanî got, “Ava bendavan ne tenê ji bo navxweya Herêma Kurdistanê feyde heye, lê Iraq û başûrê Iraqê jî ji ava bendavan feydeyî werdigirin, lewma nûjenkirina bendavan ji bo berjewendiya giştî ye.”
Navbirî di derheqa gotgotkên hebûna derzan di bendava Derbendîxanê de got, “Her bendavek salane pêdivî bi nûjenkirinê heye, lê rastiya ku di bendavê de derz hene û pirsgirêkên vegirtina avê çêdibin ne rast e û bendav hîn jî baş e û dikare avê vebigire.”
Rêveberê Giştî yê Bendavên Herêma Kurdistanê da zanîn, "Îsal rêjeya barîna baranaê kêm bû, lê me xwe ji bo hişkesaliyê amade kiriye. Ger sala bê jî hişkesalî be, divê em xwe biguncînin ku avê tenê ji bo pêdivîyê bi kar bînin û pûç nekin."
Hêjayî gotinê ye, di kabîneya nehê de heşt bendav hatine çêkirin û gelek bendavên din jî di pêvajoya çêkirinê de ne, ku dikarin zêdetirî 250 milyon metrên sêcarkî yên avê vebigirin. Ji bilî bendavan jî, 23 pond hatine çêkirin û 58 pondên din jî di pêvajoya çêkirinê de ne.
Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.




