Rubio: Ger Îran dewlemendkirina uranyumê bidomîne ew ê rêkeftin zehmet be

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio got, eger Îran li ser zengînkirina uranyumê bidome, tu rêkeftin çênabe.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rubio di daxuyaniyekê de got, "Eger Îran bixwaze bi Washingtonê re lihevkirinekê çêbike, divê dest ji xebatên xwe yên zengînkirina uranyumê berde, wekî din lihevkirin çênabe. Eger Îran bernameya nukleerî ya aştiyane bike armanc, ew dikare wekî welatên din li şûna ku xwe dewlemend bike ûranyuma dewlemendkirî îtxal bike."
Rubio da zanîn ku ew hîn dûrî rêkeftina ligel Îranê ne, lê ew dixwazin bigihin rêkeftinekê.
Îran û DYA ji 12ê Nîsanê ve du hevdîtinên nerasterast li Oman û Romayê kirine ku li ser bernameya nukleerî gotûbêj bikin.
Wezareta Derve ya Umanê ragihand ku civîna sêyemîn wê di 26ê Nîsanê de li Mûşê were lidarxistin.





