Şêx Cafer Şêx Mistefa, pêşwaziya Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê li Hewlêrê kir

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Şêx Cafer Şêx Mistefa li Hewlêrê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê li Hewlêrê Andrew Beasley û şandeya pê re kir.
Di civînê de ku li avahiya Serokatiya Herêma Kurdistanê hat lidarxistin, pêşketinên siyasî û ewlehî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê, têkiliyên Hewlêr-Bexda, hilbijartinên dema bê yên parlamentoya Iraqê û têkiliyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de hatin nîqaşkirin.
Her du aliyan giringiya berdewamkirina têkiliyên dualî û berfirehkirina hevkariyê destnîşan kirin. Derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, tekezî li ser çareserkirina wan a bi diyalog û di çarçoveya destûra Iraqê de hate kirin.
Her weha her du aliyan li hev kir ku rêxistina terorîst a DAIŞl hîn jî gefê li aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê dixwe. Wan pêwîstiya hevkariyeke xurt di navbera hêzên Koalîsyonê, Pêşmerge û artêşa Iraqê de destnîşan kir.
Di beşeke din a civînê de ku Şêwirmendê Leşkerî yê Hêzên Koalîsyona ji bo Çaksazîya Pêşmerge, Kolonel Chris Hammel jî tê de amade bû, çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û gavên entegrekirina hêzên Pêşmerge ya di bin sîwana Wezareta Karûbarên Pêşmerge de hatin gotûbêjkirin.
Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.





