Şanda Partiya DEMê li Wezareta Dadê ye: Civîn dest pê kir

Şanda Partiya DEMê li Wezareta Dadê ye: Civîn dest pê kir

PeyamaKurd – Civîna heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç li avahiya wezaretê tê lidarxistin.

Li gorî nûçeya AMyê heyeta DEMê bi Wezîrê Dadê Tûnç re hevdîtinek pêk tîne.

Cîgirên Serokê Koma Meclisa DEMê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û Alîkarê Hevserokên Giştî û Berdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan di şandeya DEMê de cih girtin.

Civîna navborî ji ber ku Sirri Sureyya Onder ê ku niha li nexweşxaneyê tê dermankirin krîza dil derbas kiriye, hat taloqkirin.

 
Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.