Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê Fransayê Barrot civiyan

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Fransayê piştî seradana fermî ya Bexdayê çû herêma Kurdistanê û bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir û paşî bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.
Piştî hevdîtina Nêçîravan Barzanî û wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, Nêçîrvan Barzanî got:
“Me civînekî fireh û berhemdar kir.”
Barzanî, di hevdîtinê de got ku Fransa di rojên teng yên Herêma Kurdistanê de desteka mezin daye Kurdistanê û sipasiya Fransayê kir. Piştî hevdîtinê her dû lîder bi hevre derketin ber çapemeniyê û Nêçîrvan Barzanî behsa girîngiya têkiliyên dostane yên Fransayê û Herêma Kurdistanê kir. Nêçîrvan Barzanî got:
“Em car din dibêjin ku em girêdayê dewama têkiliyên duqolîne û dixwazin di her sehayê de têkiliyên xwe bi Fransa re firehtir bikin. Em bi biryarin ku têkiliyên xwe di seha ewlehiyê, aboriyê, çand û gelek sehayên din de pêşde bibin.
Ez sipasiya serokê Fransayê Emmanuel Macron dikim. Di rojên me yên zahmet de bo Iraqê û Herêma Kurdistanê dewamî destekê da û jê re sipasdarin. Ev hevkarî wê xizmetê bide aştî pêşdeçûna herêmê û wê dewam bike.”
Wezîrê kar û barên derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot jî di daxwuyaniya xwe de got ku mêvandariya li Erbîlê diye dilê wî zahf xweş kiriye û dewam kir:
“Ev seredan nîşana xwurtbûna têkiliyên navbera Fransa û Herêma Kurdistanêye. Divê hukumeta Herêma Kurdistanê ava bibe û têkiliyên navbera her dû welatan bêhtir xwurt bibe.”
Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.




