Serok Barzanî û wezîr Barrot li ser Sûriyê, Tirkiyê û avakirina hukumeta nûh axifîn

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Fransayê bo seredana fermî giha Erbîlê û bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re di gelek mijaran de hevdîtinekî piralî kir.
Li gor ragihandina baregeha Barzanî; wezîrê karên derve yê Fransayê Barrot serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî dawetî Parîsê kiriye, di hevdîtinê de behsa hewlên yekîtiya navbera Kurdên li Rojava, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê û avakirina hukumeta nûh ya Herêma Kurdistanê, mijarên axaftina wan bûn e. Di daxwuyaniyê de li ser yekîtiya Kurdên Rojava hat gotin:
“Di navbera grûbên Kurdên Rojava de diyalog, lihevkirin û bo yekîtiya wan divê bên destekkirin. Wezîrê Fransayê rola serok Barzanî ya ku destekê daye pêvajoyê û terefan aniye cem hev, bilind nirxand. Her weha rola serok Barzanî ya bo pêvajoya li Tirkiyê ya dawîanîna arîşeyan di rêya aştiyane de, bi qiymet û berz nirxand.
Serok Barzanî di hevdîtinê de ragihand ku Herêma Kurdistanê bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê, her tişta ji destê wî were dê bike û amadeye.”
Têkiliyên weha yên dîplomatîk yên navbera Fransa û Herêma Kurdistanê, bi vê hevdîtinê wê bêhtir xwurt bibe.
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.




