Serok Barzanî şehîdên Qeladiz û Zanîngeha Silêmaniyê bi bîr anî

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî di 51emîn salvegera bombebarankirina Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê de, bi peyamekê li ser hesabê xwe yê tora civakî “X, şehîd û qurbaniyên van karesatan bi rêzdarî bi bîr anî.
Wî diyar kir ku ev bûyera trajîk nîşaneyeke din a kiryarên hovane yên rejîma berê ya Iraqê ye û tekez kir ku ev tawaneke eşkere ye li dijî sivîlan, ku qet nayê jibîrkirin.
Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.




