Sine | Harûn Selîmî piştî ku hatiye girtin 3 roj in agahî jê nayê wergirtin

PeyamaKurd – Kurdê bi navê Harûn Selîmî yê xelkê Sinê 3 roj berî niha ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û heya niha tu agahî derheqê wî de nîne.
Nûçeye ku gihaye Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja duşemî 21ê cotmeha 2024an, Harûn Selîmî (33) yê xelkê gundê Şiyana bajarê Sinê, ji aliyê hêzên îdareya îtila’ata vî bajarî ve hatiye girtin û neqlî cihekî nediyar hatiye kirin.
Heman rapor dibêje, “Li gorî çavkaniyeke agahdar, hêzên îdareya îtila’atê ev kurd li kolaneke bajarê Sinê binçav kiriye bêyî ku belgeyeke qanûnî nîşan bidin.”
Tê ragihandin ku heta dema belavbûna vê nûçeya Hengawê jî, tu agahiyeke yekser derbarê sedemên girtin û tohmetên ji bo girtina wî, qeder û cihê ragirtina vî kurdî de li ber dest nînin û şopgerandina malbata wî ya bo gihîştina agahiyekê jî bê encam maye.”
Ev nivîs 19175 car hatiye xwendin.





