Siwêdê ji bo reformên Hikûmeta Kurdistanê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

Siwêdê ji bo reformên Hikûmeta Kurdistanê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 19ê Cotmehê Yekşemê pêşwaziya Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Swêdê li Iraqê Jörgen Lindrström kir.

Hate ragihandin ku di civînê de, tekezî li ser girîngiya xurtkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Swêdê de di warên cuda cuda de hat kirin.

Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Swêdê li Iraqê serkeftina reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên cuda cuda de li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

Di beyeke din a hevdîtinê de, herdu aliyan dîtin û nerînên xwe li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûr û peymanan, rewşa giştî ya Iraqê û amadekariyên dawiyê ji bo hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê bi hev guhertin.

Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.