Rêya ku Hewlêr û Silêmaniyê nêzî hev dike tê vekirin

PeyamaKurd- Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku îro 19ê Cotmehê roja Yekşemê rêya Gomespan-Simaqûliyê bi merasîmekê tê vekirin.
Umêd Xoşnaw ji got, "Rê nêzîkî 30 kîlometreyan e, hemû karên wê hatine qedandin û dê bikeve xizmeta welatiyan."
Hêjayî gotinê ye, proje rêyeke sereke ya di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de ye û dê bi vî awayî dema rêwitiya di navbera her du bajaran de kêmtir bibe.
Wê ev rê ji ber Bendava Gomespanê ji bo çûnûhatina geştiyaran jî bê bikaranîn.
Proje ji aliyê Şirketa Hêmin Groupê ve bi bûdceya zêdetirî 210 milyar dînarên iraqî hatiye çêkirin ku Kanûna 2024an dest bi projeyê hatibû kirin.
Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.




