Qamişlo | Şanda DEM Partiyê serdana ENKSê kir û ew pîroz kir

PeyamaKurd - Şanda Partiya Wekhî û Demokrasiya Gelan (DEM partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku li Rojavayê Kurdistanê ye, li bajarê Qamişlo bi Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) re civiya.
ENKSê ragihand ku îro 28ê Nîsanê şandeke aliyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê ku ji nûnerên DEM Partî û DPBê pêk hatibû, serdana baregeha ENKSê li Qamişlo kir û bi Desteya Serokatiya ENKSê re civiya.
Şanda ku ji Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk Keskîn Bayindir û endama Komîteya Navendî ya DEM Partiyê Serhed Arîn û perlamenter Salîha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz Sayyigit û Mehmet Kamaç pêk hatibû, bi serokatiya ENKSê re civîya.
Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif derbarê civînê de got, şanda Bakurê Kurdistanê pîrozbahiya serkeftina konferansa Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî kir û her du aliyan tekezî li ser girîngiya encamên vê konferansê, nêrîna siyasî û rola girîng a Serok Mesûd Barzanî di vê rêkeftinê de kirin.
Feysel Yûsif diyar kir, herwiha di hevdîtinê de her du aliyan gotûbêj li ser pêwîstiya serkeftina pêvajoya aştiyê, peyama Abdullah Ocalan û gavên ku pêwîst in di vê derbarê de bên avêtin, kirin.
Şanda Dem partî û DBP ji 25 Nîsanê ve li Rojavayê Kurdistanê ye ku bi mebesta beşdariya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî piştî hevdîtinên li Herêma Kurdistanê derbasî Qamişlo bûbû.
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.




