YNK û PDK li ser dabeşkirina postên hikûmetê civiyan

PeyamaKurd - Civîna PDK û YNKê li ser pêkanîna Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Havîngeha Dukanê hat kirin. Çav li rê ye ku li nêzîk dabeşkirina postan bidawî bibe û hikûmeta nû were ragihandin.
Civîna her du şandên danûstandinan ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li saet 14:45ê piştî nîvro li Havîngeha Dukanê ya li Silêmaniyê hate sazkirin.
Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî serokatiya her du şandên danûstandinan ên PDK û YNKê kirin ku ji bo pêkanîna Kabîneya Deham a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parvekirina postan civiyan.
Şanda PDKê ji Endamê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê Hoşyar Zêbarî, Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê Piştîwan Sadiq, Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Dilşad Şehab û Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Umêd Sebah pêk hatibû.
Şanda YNKê jî ji Serperiştê Mekteba Sikirtariyetê ya Mam Celal Qubad Talebanî, Sikirtêrê Civata Wezîran li ser pişka YNKê Amanc Rehîm, Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê Derbaz Kosret Resûl, Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê Nizar Amêdî, Endama Mekteba Siyasî ya YNKê Rêwaz Fayeq û Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê Şalaw Selah Şêx Şeref pê hatibû.
Hilbijartinên gera şeşem a Perlamentoya Kurdistanê 20ê Cotmeha 2024ê hatibûn kirin û PDKê 39 kursî û YNKê jî 23 kursî bi dest xistibûn.
Kabîneya Nehan ji 18 wezaret û 3 wezîrên herêmê pêk dihat, her yek ji postên Serokwezîrî ji bo PDKê û Cîgirê Serokwezîr ji bo YNKê bû. Herwiha 9 wezaret jî ji bo PDKê û 5 wezaret ji bo YNKê û çar wezaret jî ji bo tevgera Goranê hatibûn terxankirin.
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.




