Li Amêdiyê dronekê êrîşî xala Pêşmerge kir: 3 birîndar

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li sînorê Amêdiyê droneke bombebarkirî ya kamîkaze xwe li xaleke leşkerî ya Pêşmerge teqand.
Çavkaniyeke ji Rêveberiya Tenduristiyê ya Amêdiyê ragihand,"Piştî nîvro droneke nenas li gundê Belaveyê yê Amêdiyê xwe li xaleke leşkerî ya Pêşmerge teqand û ji ber vê bûyerê 3 Pêşmerge birîndar bûne."
Hate diyarkirin, ew xala leşkerî ya nû duh hêzên Pêşmerge ava kiribûn dema ku dronê êrîş kir, Pêşmergeyan teqe lê kir lê di nava xala leşkerî de teqiya.
Hate zanîn ku rewşa tenduristî ya wan sê Pêşmergeyan baş e û birînên wan sivik in.
Berpirsê Rêveberiya Tendurustiyê ya Amêdiyê diyar kir ku li gundê Belaveyê dengê çend teqînên din hatine bihîstin.
Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.




