Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Noel Barrot li Hewlêrê ye

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, îro 23ê Nîsanê piştî serdana xwe ya Bexdayê, bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Herêma Kurdistanê.
Wezîrê Derve yê Fransayê ji aliyê Serokê Berpirê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, Felah Mistefa û Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw ve hate pêşwazîkirin.
Biryar e Wezîrê Derve yê Fransayê li Herêma Kurdistanê bi serkirdeyên Kurdistanê re hejmarek hevdîtinan pêk bîne.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Novel Barrot îro bi serdaneke fermî gihîştibû Bexdayê û ji aliyê Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ve hatibû pêşwazî kirin.
Wezareta Derve ya Fransayê ve ragihandiye ku serdana Barrot di çarçoveya amadekariyên “Konferansa Navneteweyî ji bo Bicihanîna Çareseriya Du Dewletî” de ye ku Fransa plan dike meha Hezîranê li Riyada paytexta Erebistana Siûdî li dar bixe.
Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.




