Wezîrê Derve yê Fransayê wê bi Mazlum Abdî re bicive

Wezîrê Derve yê Fransayê wê bi Mazlum Abdî re bicive

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Fransayê Barrot wê li Hewlêrê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî re bicive.

Barrot li Herêma Kurdistanê pêwendiyên fermî hene.

Barrot ku doh gihîşt Hewlêrê, bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya.

Li gorî agahiyên dawî, Barrot wê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî re jî bicive.

Hat diyarkirin ku Barrot wê îro li Hewlêrê bi Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Cîgirê Serokwezîr Qubat Talebanî re jî bicive.

 
Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.