Wezîrê karên derve yê Fransayê bi serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya

Wezîrê karên derve yê Fransayê bi serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot bo hevdîtinên fermî giha payîtexta Herêma Kurdistanê, Erbîlê. Li Erbîlê civîna ewilî bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Mesrûr Barzanî re kir.

Barrot, di hevdîtina xwe ya bi Mesrûr Barzanî re got ku Herêma Kurdistanê, di ewlehî û îstîqrara herêmê de rolekî wekî mifte dileyîze. Piştî hevdîtinê hukumeta Herêma kurdistanê daxwuyanî da û got:

“Wezîrê kar û barên derve yê Fransayê, Herêma Kurdistanê bo îstîqrar û asayîşa herêmê wekî ûnsûrekî girîng rave kir. Wezîr Barrot her weha têkiliyên dostane yên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê bi razîbûn ragihand.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi sedema desteka Fransayê ya ku dide Herêma Kurdistanê sipasiya wê kir û pêdiviya pêşdebirina têkiliyên her dû welatan yên di seha siyasî, aborî, ewlehî û dîplomasiyê de ragihand.

Her dû teref behsa pêdiviya avakirina hukumeta nû ya Herêma Kurdistanê kirin ku divê di wextekî nêz de bê avakirin.

Di civînê de têkiliyên Erbîl-Bexdayê, parastina mafên Herêma Kurdistanê yên destûrî, rêzgirtina li sîstema federal ya Iraqê û îxraca petrola Kurdistanê ya ji nûh de mijarên her dî terefan bûn ku li ser wan axifîn.

Wezîr Barrot, berya seredana Herêma Kurdistanê bike serê siba bi serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani re û bi wezîrê kar û barên derve yê Iraqê Dr. Fûad Huseyîn re li Bexdayê hevdîtinan kiribû.

Barrot, li Bexdayê bi Huseyîn re di civîna çapemeniyê de got:

“Divê Iraqê nekşînin nav şerê Rojhilata Navîn. Ev herêm bi deh salaye bi bêîstîqrariyê re têdikoşe.”

Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.