Yaşar Guler bi gotina ‘3 şert hene’ bang li PKKê kir!

Yaşar Guler bi gotina ‘3 şert hene’ bang li PKKê kir!

PeyamaKurd – Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler di daxuyaniya xwe ya derbarê PKKyê de wiha got, "Şertên ku me berê gotibûn derbasdar in. Hûn ê dawî lê bînin. Hûn ê çekên xwe teslîm bikin. Hûn ê teslîm bibin. Sê şert hene."

Guler di resepsiyona ku ji bo 105emîn salvegera vekirina TBMMê û 23ê Nîsanê Roja Serweriya Neteweyî û Roja Zarokan a li Salona Merasimê ya TBMMyê hat lidarxistin de pirsên endamên çapemeniyê yên li ser mijarên aktuel bersivandin.

Guler got, "Em ji aliyê din ve gotina 'pêdivî' ya li ser Tirkiyeya bêterorê dibihîzin. Îdîa hene ku dibe ku rêveberiya Hewlêrê jî di pêvajoya bêçekbûnê de bi bandor be. Di derbarê çekan de çawa bê çekkirin nêrîna we çi ye?" Di bersiva pirsa xwe ya li ser PKKê Guler da zanîn, "Şertên ku me berê gotibûn derbasdar in. Hûn ê dawî lê bînin. Hûn ê çekên xwe teslîm bikin. Hûn ê teslîm bibin. Sê şert hene."

Guler li ser pirsa 'Ew ê teslîmî ku derê bikin?' bersiva, 'Wê ji wan re bê gotin' da çapemeniyê.

 
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.