Sûdanî berî maça Kûpaya Kendavê piştgirî da tîma Duhokê: Em ê we xelat bikin!

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî piştgiriya xwe ji bo lîstikvan û xebatkarên Tîma Futbolê ya Duhok FC nîşan da û got: “Heke hûn fînala kûpayê qezenc bikin, em ê we xelat bikin.”
Sûdanî îro 15ê Nîsanê bi rêya vîdyoyekê ligel Serokê Tîma Duhokê Dr. Ebdullah Celal axivî û got, “Em ji bo gihîştina we ya fînala Lîga Şampiyonên Kendavê, we pîroz dikin. Rêz û pêzanîna min ji hemû lîstikvan, rahêner û rêveberiya klûba we re hene.”
Sûdanî got: "Wekî hûn dizanin, îro futbol ji bo welatiyên Iraqî pir girîng e. Min soz da Serok Barzanî û birayê xwe Mesrûr Barzanî ku ez ê beşdarî yariyê bibim, lê mixabin ji nişka ve pabendbûnek min çêbû û ez nikarim beşdar bibim. Ev yarî ji bo hemû Iraqiyan pir girîng e.”
Sûdanî da zanîn, “Em serkeftinê ji we re dixwazin û em vê yekê her tim ji werzişvanan re dubare dikin, serkeftin li ser we ye û xelat û piştgirî li ser me ye. Bi îzna Xwedê, em ê li Bexdayê bicivin û bi we re qezenckirina kûpayê pîroz bikin.”
Maç Duhok û El Qadsiya îro ye
Maça fînalê ya Duhok û tîma E-Qadsiya ya Kuweytê îro li demjimêr 19:45fı di çarçoveya maça vegerê ya Fînala Lîga Şampiyonên Kendavê tê lîstin ku Duhok mêvandariya tîma El-Qadsiya dike.
Maça yekem hefteya borî bi encama 0–0 bidawî bûbû û Duhok dixwaze di vê pêşbirkê de bibe yekem klûba Iraqî ya kûpayê bi dest bixe.
Ev nivîs 120 car hatiye xwendin.




