Şîrketa DYAyê Nvidia, li Îngîltere bi miqdarê 2 milyar Sterlînî veberhênanê dike

Şîrketa DYAyê Nvidia, li Îngîltere bi miqdarê 2 milyar Sterlînî veberhênanê dike

PeyamaKurd – Şîrketa çîpê ya DYAyê ya bi navê Nvidia ji bo vejandina hewldana zeka çêkirî ya ekosîstemê geş bike, ragihand ku dê bi miqdarê 2 milyar Sterlînî li Brîtanyayê veberhênanê bike. Veberhênan wê di teşwîqa mezinkirina aboriyê û hêza reqabeta Îngîltere di seha zeka çêkirî de xwurt bike wê bêbikaranîn.

Şîrketê di daxwuyaniya xwe de got ku wê veberhênana bi 2 milyar Sterlînî ji bo teqwîqa pêşdebirina aboriyê, ji bo pêşdebirina teknolojiya nû ya zeka çêkirî, ji bo bi şîrketên nû re karên nûh biafirînin û hêza reqabeta Îngîltere di bazara dinayê de, di ya zeka çêkirî de zêdetir bikin dê veberhênan bêkirin.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku wê şîrketa Nvidia bi şîrketên weka Accel, Air Street Capital, Balderton, Hoxton Ventures û Phoenix Court re hevkariyê bike, wê ji bo hewldanên wan yên zeka çêkirî bibe sermaye û wê sîstema Îngîltere ya ekosîstema zeka çêkirî geş bike.

Wê şîrket li bajarên wekî Londra, Oxford, Cambridge û Manchesterê bingeha xwe deyne û li seranserê welat bi ew kesên ku di seha zeka çêkirî de lêkolînan dikin û pêşdebirinê dikin re, bike ku karên xwe firehtir bikin.

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.