Ûkrayna wê li welatê NATOyê fabrîka hilberîna çekan veke

PeyamaKurd – Wezîrê berevaniya Danîmarkayê Troels Lund Poulsen ragihand ku wê şîrketa Ûkraynayê ya bi navê Fire Point ya ku çekan hildiberîne, wê li Danîmarkayê çekan hilberîne û cara yekeme ku li welatekî endamê NATOyê wê çêkirina çekan (sîlihan) bike. Wê şîrket li bajarê Vojensê fabrîka xwe veke.
Li Başûrê Danîmarkayê li bajarê Vojensê baregehekî filoya balafirên şer yên F-16an heye.
Şîrketa Fire Point, serikê fuzeyên seyrê yên bi navê Flamingo FP-5 hildiberîne ku giraniya serikan 1,150 kîlo ye. Fabrîka navborî hem drona kamikaze ya FP-1 hildiberîne. Wê fabrîke li Danîmarkayê di serî de ardûya roketan çêbike û heya dawiya salê wê avakirina fabrîkê temam bibe.
Li gor xebera ku di Politico de derketiye; wezîrê Denmarkî Poulsen ragihandina xwe di civîna lîderên Îskandînav û Baltikan de kiriye ku serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenski di civînê de amade bûye.
Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.




