Zelenskiy: Armanca min bidawîkirina şer e, ne hilbijartin e

PeyamaKurd- Serokê Ukraynayê Volodomir Zelenskiy ji malpera nûçeyan a Amerîkayê Axiox re axivî û got: "Armanca min bidawîkirina şer e, ne jinûve hilbijartin e."
Zelenskiy anî ziman ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di mijara êrîşa li ser hedefên Rûsî de piştgirî daye wan û got, di nava van hedefan de navendên enerjiyê û navendên hilberîna çekan hene.
Zelenski herwiha got, "Em ne terorîst in, em bombeyan li sivîlan naberînin" û bal kişand ser êrîşên Rûsyayê yên li ser bajaran.
Zelenskiy diyar kir, dibe ku 'navendên hêzê' yên li Rûsyayê bibin hedefa wan û got, "Divê ew cihê stargehan zanibin. Eger şer nesekinînin wê pêwîstiya wan bi wan stargehan hebe."
Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.




