Dadgehê 5 sal ceza da Serokomarê berê yê Fransayê Sarkozy

Dadgehê 5 sal ceza da Serokomarê berê yê Fransayê Sarkozy

PeyamaKurd- Serokomarê berê yê Fransayê Nicolas Sarkozy, ji ber îdiaya ku di kampanyaya xwe ya hilbijartinê ya sala 2007an de ji Lîbyayê fînansmana neqanûnî wergirtiye, 5 sal ceza lê hate birîn.

Sarkozy, ji ber sûcê "damezrandina rêxistina sûc" hate mehkûmkirin. lê belê, ji ber îdiayên dizîna fonên giştî, gendeliya pasîf û fînansmana neqanûnî beraet kir.

Dadgehê diyar kir ku delîlên piştrastkirî tune ne ku fonên ji Lîbyayê hatine ji bo kampanyayê hatine bikaranîn û belavkirina belgeyên ku îdîa dikin ji aliyê Qedafî ve hatine îmzekirin, bi îhtimaleke mezin derew in.

Piştî biryarê, Sarkozy bi tundî nerazîbûna xwe anî ziman û got, "Ez bêguneh im, ev neheqî skandalek e." û îdia kir ku ev sûcên neheq in û ew ê ji bo isbatkirina bêgunehiya xwe heta dawiya jiyana xwe têkoşînê bide.

Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.