Amerîka: Em rewşa Sûriyê dişopînin

Amerîka: Em rewşa Sûriyê dişopînin

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio diyar kir ku ew geşedanên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin û got, "Îsraîl û DYA bi biryar in ku rê li ber armanc û êrîşên nukleer ên Îranê yên li Rojhilata Navîn bigirin."

Marco Rubio roja Yekşemê, 16ê Sibata 2025an, yekem serdana xwe ya fermî bo Rojhilata Navîn bi rêya Îsraîlê kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê di hevdîtina xwe de ligel berpirsên pilebilind ên Îsraîlî, behsa mijarên curbicur ên ewlekarî û aramiya navçê kir û piştevaniya welatê xwe ji gel û dewleta Îsraîlê jî dûpat kir.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rubio di civîneke çapemeniyê ya hevpar de li Îsraîlê bi Serokwezîr Benjamin Netanyahu re hevdîtin pêk anî.

Rubio got, "Li pişt her komeke terorîstî, li pişt her kiryareke tundûtûjiyê, li pişt her bûyereke bêîstiqrar, li pişt her tiştê ku gefê li aştî û aramiyê dixwe ji bo bi milyonan kesên ku vê herêmê bi nav dikin, Îran heye."

Rubio, diyar kir ku ew rewşa Sûriyê dişopînin û wiha got: "Dema em behsa Hamas, Heşda Şeibî, milîsên Iraqî û bêîstiqrariya li Sûriyê dikin, em difikirin ku ev hemû ji aliyê Îranê ve tên kirin û divê bên çareserkirin."

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu îdia kir ku Îsraîlê di van 16 mehên dawî de derbeyeke xurt li Îranê xistiye û wiha got: "Tu gumana min tune ku bi piştgiriya Serok Trump em dikarin vî karî biqedînin."

Netanyahu got ku Îsraîlê li başûrê Lubnanê Hizbullah a ku Îran piştgiriya wê dike jî lawaz kiriye û ji bo pêşîgirtina li vekirina eniyeke piştgiriya Îranê ya li dijî Îsraîlê, li Sûriyeyê bi sedan hedef xistine û diyar kir, "Eger hêzek bifikire ku Îsraîl wê destûrê bide hêzên dijmin ku Sûriyê wekî navendeke operasyonên li dijî me bi kar bînin, ew xeletiyek mezin e."

 
Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.