Amerîkayê li dijî keştiyeke noqavî ya madeyên hişbir operasyon kir

PeyamaKurd- Serokê DYAyê Donald Trump, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand, 2 ‘narkoterorîst’ên ku ji êrîşa artêşa Amerîkayê ya hefteya borî ya Pêncşemê li dijî keştiyeke noqavî ya ji bo qaçaxcîtiya madeyên hişbir li Karayîban dihat bikaranîn hatine girtin, dê ji bo darizandinê ji Ekvador û Kolombiyayê re bên vegerandin.
Serokê DYAyê Donald Trump, li ser operasyona Pênceşema borî ya artêşa Amerîka li dijî keştiya noqavî ya ji bo qaçaxcîtiya madeyên hişbir li Karayîban dihat bikaranîn daxuyanî da.
Trump dîmenên êrîşê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir û got, "Ji bo min rûmeteke mezin bû ku keştiyeke noqavî ya gelek mezin a ku madeyên hişbir bi rêgezeke qaçaxcîtiya madeyên hişbir ên naskirî ber bi DYAyê ve diçû, hat rûxandin. Îstîxbarata DYAyê piştrast kir ku ev keştiya noqavî bi rêjeyeke mezin Fentanil û madeyên hişbir ên din ên neqanûnî barkirî bû.
Tê zanîn ku di keştiya noqavî de 4 narkoterorîst hebûn. 2 ji terorîstan hatin kuştin. Ger min destûr bida ku ev keştiya noqavî bigihêje bejahiyê, dê herî kêm 25 hezar hemwelatiyên Amerîkayê jiyana xwe ji dest bidana."
Trump ragihand ku qaçaxçiyên madeyên hişbir ên ku ji êrîşê filitîne dê ji welatên xwe re bên radestkirin. Serokê DYAyê got, "2 narkoterorîstên ku sax filitîne, ji bo destgîrkirin û darizandinê ji welatên xwe Ekvador û Kolombiyayê re tên vegerandin. Di vê êrîşê de ti hêzeke DYAyê zirar nedît.”
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.




