Nahît Eren bû serokê nû yê Amedsporê: TFF cezayê Kurdî betal kir

Nahît Eren bû serokê nû yê Amedsporê: TFF cezayê Kurdî betal kir

PeyamaKurd- Tîma Amedspor ku nûnertiya Diyarbekirê dike û di nav Kurdan de bi milyonan alîgirên wê hene, doh 18ê Cotmehê Kongreya xwe ya awarte li dar xist.

Di kongreya ku bi yek lîsteyê çû ber dengdanê de, Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren, bi dengdana 400 endamên tîmê wekî serokê nû yê tîma Amedsporê hate hilbijartin.

Eren di axaftina xwe de bal kişand ser ku ew dê teqez bi ser bikevin û li ser cezayên ku ji aliyê Federasyona Futbolê ve bi hincetên cuda li tîmê têne birîn jî wiha got:

“Em ê tu carî li hemberî êrîş û cezakirinên li ser ziman, çand û sembolên xwe bêdeng nemînin û serî natewînin. Divê bê zanîn ku ji bo van nirxan, ti mueyîdeya cezayî ya ku bê ser me, dê li cem me encameke paşvekişandinê çêneke. Bila kes, lê qet kes ji me nexwaze ku em ji nirxên xwe yên ku bi têkoşîneke mezin hatine parastin, dest berdin.”

Piştî hilbijartina Nahît Eren, Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) jî ew bi peyamekê pîroz kir û hate ragihandin, cezayê ji bo nivîsa li ser formayan a Kurdî hatiye dayîn jî hatiye betalkirin.

Federasyonê çend hefte berê ji ber nivîsa logoya sponsora Amedsporê ya ‘Koma me bona we’ ji bo du maçan bi 220 hezar lîreyan hatibû cezakirin û ev yek bûbû sedema bertek û nerazîbûnan.

Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.