Li Qibrisê hilbijartinên Serokomariyê birêve diçin: Namzedek federasyonê yek jî dudewletîyê dixwaze

PeyamaKurd- Li Qibrisa Bakur ku Tirkiye piştevan û garantora wê ye, îro li saet 08.00an dengdana hilbijartina serokomariyê dest pê kir.
Li gorî daneyên Lijneya Bilind a Hilbijartinê, di hilbijartinê de 218 hezar û 313 dengderên tomarkirî hene ku li 777 sindoq dikarin dengê xwe bikar bînin. Wê sindoq di saet 18.00an de werin girtin.
Ji bo Serokomarê 9emîn ê Qibrisa Bakur Osman Zorba (Partiya Sosyalîst a Qibrisê), Tufan Erhurman (Partiya Tirk a Komarî), Arif Salih Kirdag (Serbixwe), Ahmet Boran (Serbixwe), Mehmet Hasguler (Serbixwe), Îbrahîm Yazıcı (Serbixwe), û Serokomarê niha Ersin Tatar (Serbixwe) hevrikîyê dikin.
Hêjayî gotinê ye, di nav namzetan de, Tufan Erhurman modela ‘federasyonê’ ji bo Qibrisa Rûm û Bakur diparêze û çareseriya ‘federasyona du civakî, du herêmî’ dixwaze.
Serokomarê niha Ersin Tatar jî polîtîkaya ‘çareseriya du dewletî’ ya bi piştevaniya Tirkiyeyê dide pêş.
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.




