Li Amerîkayê li dijî Trump xwepêşandanên ‘No Kings’ hatin lidarxistin

Li Amerîkayê li dijî Trump xwepêşandanên ‘No Kings’ hatin lidarxistin

PeyamaKurd- Li Amerîkayê bi dirûşma "No Kings" (Na ji Qral re) xwepêşandanên mezin hatin lidarxistin û rêveberiya Trump hate şermezar kirin. Li gorî amadekaran 7 milyon mirov, li çar aliyên welêt beşdarî xwepêşandanan bûn.

Li taxa Forest Hills a New Yorkê bi sedan kes serê sibehê li hev kom bûn, dirûşma "Em ji welatê xwe hez dikin, em nema dikarin xwe li Trump rabigirin" qîriyan.

Di nava rojê de zêdetirî 2700 çalakî hatin plankirin, hin ji van li bajarokên biçûk, hinek jî li bajarên mezin hatin lidarxistin. Li derdora avahiya Mar-a-Lago ya li Flordiayê ku Trump dawiya hefteyê lê bû, xwepêşandanek pêk hat.

Kamala Harris a ku di hilbijartinên serokatiyê yên 2024an de li hemberî Trump kete pêşbirkê û stêrkê Hollywoodê Robert de Niro jî piştgirî dan xwepêşandanan.

Xwepêşandana destpêkê ya mezin a ku ji aliyê kolektîfa "No Kings" ve meha Hezîranê hate lidarxistin, bû çalakiya herî berfireh a şermezarkirinê ku piştî vegera Trump a li Qesra Spî pêk hat. Çalakiya duyemîna  girseyî jî li pîrozbahiya rojbûna 79an a Trump rast hat ku li paytextê bi merasîmeke leşkerî hate pîrozkirin.

Trump di dema xwepêşandanên şermezarkirinê yên Hezîranê de gotibû, wê bi "Hêzeke gelekî mezin" bersivê bide. Vê hefteyê jî ji Fox Newsê re axivî û got, "Min weke qral pênase dikin. Ez ne qral im."

Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.