Piştî pevçûnên dijwar Pakistan û Afganistanê agirbest ragihand

Piştî pevçûnên dijwar Pakistan û Afganistanê agirbest ragihand

PeyamaKurd- Li gorî televizyona fermî ya Pakistanê, şandên bilind ên Pakistan û Afganistanê piştî şer pevçûnên çend rojên borî li sînorên herdu welatan li Misirê civiyan û agirbest hate ragihandin.

Li gorî zanyariyan, Wezîrê Berevaniya Afganistanê Xuacî Asif û Berpirsê Îstixbaratê ya Pakistanê Asim Malîk li paytexta Misirê Qahîreyê hevdîtin kirin.

Wezîrê Afganî ragihand ku armanca danûstandinê pêşîgirtina li aloziyên li ser sînor e, gihiştina aştiyê û aramiya li ser hemû sînorê di navbera herdu welatan de ye.

Berdevkê Hikûmeta Afganistanê Zebîhulah Mucahîd jî ragihand her çendî mafê bersivdayînê yê Kabîlê heye jî ji bo xwe ji êrîşên Pakistanê biparêzin ferman hatiye dayîna hemû hêzên Afganistanê xwe ji şereke nû dûr bigirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ev danûstandin piştî agirbesta 24 saetî ya di navbera herdu welatan de pêk hat. Li gorî çavkaniyên Pakistanê, di êrîşan heta niha bi sedan kuştî û birîndar çêbûne.

Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.