Arakçî: Min pêşniyareke maqûl pêşkeşî welatên Ewropî kir

PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Îranê Abas Arakçî ragihand ku wî ji bo pêşîlêgirtina cezayên Neteweyên Yekbûyî yên li dijî Îranê pêşniyareke "maqûl û pêkan" pêşkêşî welatên Ewropî kiriye.
Arakçî got, "Armanca vê pêşniyarê ew e ku rê li ber krîzeke nehewce û dibe di rojên pêş de çêbibe bigire. Lê belê li şûna ku balê bikişînin ser naveroka pêşnûmeyê, Îran niha bi hincetên eşkere û xapandinê re rû bi rû maye."
Arakçî, herwiha li dijî gotinên Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, ku dibe cezayên Neteweyên Yekbûyî yên li ser Îranê ji nû ve bên sepandin, nerazîbûn nîşan da û da xuyakirin, aliyên peymana nukleerî ya sala 2015an, ango Brîtanya, Fransa û Almanya (E3) li dijî Îranê hincetan derdixin pêş.
Arakçî bêyî ku naveroka pêşniyarê eşkere bike got, "Rastî ev e ku mekanîzmaya dîplomasiyê ya E3/YE naxebite."
Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.




