SOHR: Hevpeymaniyê nîvê şevê êrîşî DAIŞê kir

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku nîvê şeva roja Pêncşemê, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li gundê El Cerîcase li gundewarê başûrê Hemayê, êrîşeke asmanî pêk anî.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku operasyon ji du saetan zêdetir dom kir, di encamê de kesek bi gumana ku endamtiya DAIŞê hat kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.
Hêjayî gotinê ye, îro 19ê Îlonê jî dijeterora Iraqê ragihand ku hêzên wan bi hevkariya hêzên Hevpeymaniyê serkirdeyekî DAIŞê yê bi navê Ebdulrehman El Helebî, di operasyoneke li nav axa Sûriyeyê de kuştine.
Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.





