Yekîtiya Ewropayê kirîna gaza Rûsî qedexe kir

Yekîtiya Ewropayê kirîna gaza Rûsî qedexe kir

PeyamaKurd- Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen ragihand ku wan pakêta 19emîn a cezayan li dijî Rûsyayê ji bo erêkirina welatên endam pêşkêş kiriye.

Di çarçoveya vê pakêtê de, Leyen destnîşan kir ku ew ê li seranserê Ewropayê hawirdekirina gaza sirûştî ya avî (LNG) ya Rûsî qedexe bikin.

Von der Leyen got, “Dema girtina fîşê (Rûsyayê) hatiye” û diyar kir, ev ceza ji bo qutkirina dahata aboriya Rûsyayê ya ji sotemeniyên fosîl têne sepandin.

Von der Leyen, behsa gefên Rûsyayê yên li ser dîplomasî û hiqûqa navneteweyî jî kir û got, Rûsyayê ji destpêka şer ve êrîşên mezin ên bi dron û moşekan li ser Ukraynayê pêk anîne û nivîsgeha YEyê ya li Kîevê jî kiriye hedefa xwe.

Herwiha Leyen diyar kir ku ji ber van helwestan, Ewropa jî zexta xwe zêdetir dikin û got, "Pûtîn gelek caran zêdekirina tundûtûjiyê hilbijartiye û di encamê de, Ewropa jî zextê zêde dike."

Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.