Hejmarek welatên Ewropayê di reşê de man

PeyamaKurd - Li Spanya û Portekîzê, ji ber qutbûna elektrîkê li hemû îstasyonan rêwîtî hatin rawestandin. Hat ragihandin ku bi hezaran rêwî li îstasyonan asê mane ji ber ku trên û metro nekarîn bixebitin.
Herwiha li gelek welatên Ewropayê ku Spanya, Portekîz, Fransa û Belçîka jî di nav de ne, qutbûnên elektrîkê çêdibin. Şirketa rêhesinên neteweyî ya Spanyayê Renfe ragihand ku li gorî saeta herêmî di 12:30'an de elektrîk hat qutkirin, hemû rêwîtî li îstasyonan hatin rawestandin û trên û metro nekarîn bixebitin, bi hezaran rêwî li îstasyonan asê man.
Hate diyarkirin ku li paytext Madrîdê beşek ji metroyê hat valakirin û ji ber ku çirayên trafîkê jî nexebitîn, astengî di trafîkê de çêbûn. Li Portekîzê jî polîsan ragihand ku li seranserê welat çirayên trafîkê bandor lê bûne û diyar kir ku metro li Lîsbon û Portoyê girtî ye û trên naxebitin.
Kompaniya tora elektrîka Spanyayê Red Electrica ragihand ku piştî ku beşek mezin ji Spanya û Portekîzê ji qutbûna elektrîkê bandor lê bû, xebat ji bo dabînkirina elektrîkê dîsa didome. Şirketa çavdêriya tora elektrîka Spanyayê E-Redes jî di daxuyaniya xwe de got ku tê xebitîn da ku pêwendî bi awayekî qonax bi qonax dîsa were danîn.
Hate ragihandin ku li Andorra û hin herêmên Fransayê jî qutbûnên elektrîkê çêbûne.
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.




